Zanyaran hisyarî da: 2 metre mesafe ji vîrusê naparêze!

Zanyaran hisyarî da: 2 metre mesafe ji vîrusê naparêze!

PeyamaKurd – Di encama lêkolînên zanyarên pizîşkî de derketiye holê ku pêşniyara Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ya mesafeya jihevdûrbûna mesafeya bi qasî 2 metreyan têrî xweparastina ji vîrusa koronayê nake.

Li gorî gotara zanyarên ji Zanîngeha Taywan a Netewî Sun Yat-sen, Chia Wng û ji Zanîngeha California ya Amerîkî Kimberly Prather û Dr. Robert Schooley ku di kovara zanistî Science de weşandine, 2 metre mesafe jî têra xweparastina ji vîrusa koronayê nake.

Li gorî wan zanyaran, bi taybet li cihên girtî mesafeya du metreyan mirovan ji pêketina vîrusa koronayê naperêze û pêwîst e her tim maske bê bikaranîn.

Zanyar dibêjin, dema mirov cihekî girtî bimînin dilopên ku vîrus di wan de heye her belav dibin û bi saetan li hewayê dimînin ku delîlên vê yekê jî hene.

Herwiha zanyar didin xuyakirin ku pêdivî bi zêdekirina testan û bi taybet jî ji bo kesên semptomên wan tune ne heye.

Li demeke ku li gelek welatên cîhanê behsa sistkirina tedbîran tê kirin û kargeh û heta mizgeft û dêr jî vedibin, hişyariya zanyaran hêjayî balkişandinê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin