PeyamaKurd - Li Afganistanê di encama êrîşeke çekdarî de, 2 dadwerên jin û pasevanên wan hatin kuştin.
Berdevkê nivîsgeha Dozgeriya Giştî ya Afganistanê Cemşîd Resûlî ragihand, îro danê sibehê di encama êrîşeke çekdarî ya li Kabûl a paytexta Afganistanê de, 2 dadwer tevî pasevanên wan hatin kuştin.
Berdevkê Dozgeriya Giştî daye xuyakirin ku herdu dadwer dema diçûn dadgeha bilind a paytextê rastî erîşa çekdarî hatine.
Hêj ti aliyekî berpirsiya vê êrîşa çekdarî li xwe negirtiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin