PeyamaKurd - Serokwezîra Almanya Angela Merkel ragihand, “Me herdem hewl daye piştgiriya xelkê Êzidî û Kurdan bikin ku di jêr gef û metirsiyê de ne.”
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel piştevaniya xwe bo Kurdan û Kurdên Êzidî nîşan da û diyar kir ku ew girîngiyê didin alîkariya wan.
Merkel li ser pirsa peyamnêra Rûdawê Ala Şalî gotiye: “Tekez em dê li parlamentoyê jî berdewam bin, lê têkildarî piştgiriya parlamentoya bê ez nikarim tiştekî bibêjim, lê ji bo min alîkarîkirina wan tiştekî girîng e.”
Hêjayî gotinê ye, Almanya wek endameke Hevpeymaniya Navdewletî ye û ji destpêka şerê DAIŞê ve piştevaniya xwe ya bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin