Bexda: Bila maddeya 140 bo Kerkûkê bê tetbîqkirin

Bexda: Bila maddeya 140 bo Kerkûkê bê tetbîqkirin

PeyamaKurd- Konseya Darizandinê ya Bilind ya Bexdayê fermanekî şand bo dadgeha Kerkûkê da maddeya 140 bê tetbîqkirin. Lê li Kerkûkê waliyê ku hatiye tayînkirin Rakan Seîd Cibûrî, hêjî bo Erebkirina Kerkûkê xebatên xwe dimeşîne.

Li ser vê mijarê parlementerê Bexdayê Bistun Zengene ragihand ku li gor biryara konseya darizandinê ya bilind ya Iraqê, ew kesên ku ketine ber Erebkirina waliyê Kerkûkê, dikarin bi ewraqên di destê xwe de yên mulkiyeta taybet an araziyên taybet, seredana dadgehê bikin.

Destûra Iraqê di sala 2005an de hatibû amadekirin û diviya xala 140ê di 2007an de bihata bicîhanîn lê ev 11 sale rêvebiriya Ereban nahêle birêve here.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin