PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser bicihanîna qedexeya çûnûhatinê ya bo pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê peyamek bo hemwelatiyên Kurdistanê belav kir.
Mesrur Barzanî bi rêya twitterê bal kişand ser bicihanîna tedbîran û qedexeyê û got, “Niha ku qedexeya çûnûhatnê bo dema şeş rojan li seranserî Kurdistanê dikeve warê cîbicîkirinê, ev biryar ji bo parastina tenduristîya we ye.”
Serokwezîr Barzanî bibîr xist ku hejmara tuşbûyên korona bi awayekî berçav zêde bûye û lewma jî girîng e pabendî biryarê bibin û bi awayekî berdewam rênimayiyên tenduristîyê li ber çavan bigirin.
As of now a six-day curfew is in place across the whole of the Kurdistan Region. This is for our safety due to a sharp rise in new cases of #coronavirus. It is crucial that we abide by this curfew and follow public health guidelines at all times. -mb
— Masrour Barzani پابەندین# (@masrour_barzani) June 1, 2020
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin