Qamislo | Hunermend Mihemed Elî Sakir ji koronayê wefat kir

Qamislo | Hunermend Mihemed Elî Sakir ji koronayê wefat kir

PeyamaKurd - Hunermend û aranjorê navdar ê ji Rojavayê Kurdistanê Mihemed Elî Şakir, di 74 saliya xwe de, ji ber nexweşiya koronayê li nexweşxaneyeke bajarê Qamişlo koça dawî kir.

Hunermend Mihemed Elî Şakir ku birayê hunermendê mezin Mehmûd Ezîz Şakir e 50 sal berê dest bi xebata hunerî kiriye û bi sedan awaz ji bo stranên hunermendên Kurd danîne.

Mihemed Elî Şakir heta niha ji 270 stranan re awaz daniye û bi xwe jî xwediyê 30 stranan e.

Şakir li bajarokê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye ku li Serê Kaniyê jiyana xwe dewam dikir. Ji ber xebatên xwe yên hunerî gelek caran hatibû xelat wergirtine.

Termê hunermend Mihemed Elî Şakir îro li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê tê veşartin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin