PeyamaKurd- Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û qralê Urdunê Qaral Abdullahê II yemîn di şîva do êvarê de hatin cem hev. Hevdîtina wan li Îstenbolê li Koşka Tarabyayê çêbû. Di şîva êvarê de Erdoğan, Qral Abdullah, hevjîna Erdoğan Emîne Erdoğan û hevjîna qral Abdullah Rania El Abdullah hebûn.
Wêneyên wan li ser medya civakî de, di ser twitterê de, ji aliyê hevjîna Tayîp Erdoğan ji aliyê Emîne Erdoğan de hat belavkirin û pê re jî peyamek hat ragihandin. Emîne Erdoğan weha got:
“Me bi qralê Urdunê bi qral Abdullah û qraliçe Rania Abdullah re êvareka xweş ya Îstenbolê bihurand. Bi seredana wan ya nazik sipasiya wan dikim.”
Di hevdîtina şîvê de wezîrê karên derve Mevlut Çavuşoğlu û wezîra bazirganiyê Ruhsar Pekcan jî hebûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin