PeyamaKurd – Cara yekem li navenda bajarê Vuhanê ku vîrusa korona li wir belav bûbû, ti kesekî nû nehat tomarkirin. Herwiha li gorî ragihandina Çînê 34 kesên tûşbûyên nû jî ji derveyî Çînê hatine.
Ji dema ku vîrûsa korona li Çînê derketiye ango ji beriya 4 mehan ve yekem care li navenda sereke ya vîrûsê ti rewş nehatine tomarkirin.
Desthilatên Çînî îro beyaniyê ragihandin ku li beramberî van pêşketinan jî, rewşên nexweş ên ji derveyî Çînê tên, zêdetir bûne.
Rûsya yekem mirin ragihand û li Amerîka corona derbasî Kongressê jî bû, herî dawî 2 parlamenterên Meclisa Nûneran pê ketin.
Li beramberî zêdebelavbûna vê nexweşiyê li Îtalyayê ku duh tenê 475 kes di yekcarê de jiyana xwe ji dest da, hikumeta welêt îro qedexeya derketinê heya 3ê Nîsanê dirêj kir.
Qada werzîşê jî, ji vîrûsê nefilitiye û hemû maç hatine rawestandin.
Li Spanya ya mîna Îtlayayê zerera herî mezin li Ewropayê dîtiye, cluba Deportivo Alavés a werzîşê ragihand ku 15 endamên wan bi vîrûsê ketine.
Brîtanya jî weke tedbîr, 20 hezar leşker ji bo xebatên sektora giştî veqetandin.
Li gorî Wezareta Parastinê ya Brîtanî, 160 leşker taybet ji bo veguhestina alavên oksijînê dê werin erkdarkirin.
Weke bîlançoya dawî li seranserê cîhanê, li 150 welatan zêdetir, 220 hezar û 313 haletên vîrusê hatine tomarkirin û heta dawiya şeva borî jî, 8 hezar û 784 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Di demeke ku bi hezaran kes dimirin û heta niha ti çare jê re nehatiye dîtin, Rojnameya Amerîkî The New York Time teqez kir ku “bi sedan zana dixebitin û heya niha 50 dermanên cihêreng destnîşan kirine û dibe hinek ji wan karibin vîrusa korona têk bibin.
Li gorî rojnameyê, ev xebat û lêkolîn li Peymangeha Zanistên Biylojî ya Kalîfornyayê têne kirin.
Herwiha li nexweşxaneyên New York û Peymangeha Pasteur li Parîsê jî, tecrube têne kirin û encamên wan dê dawiya vê hefteyê werin eşkerekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin