PeyamaKurd – Li bajarê Mûşê yê bakurê Kurdistanê di encama operasyona cendermeyan û hêzên emnî de, operasyonek hat encamdan ku 29 kes bi hinceta têkiliya wan bi PKK/KCKê re heye hatin binçavkirin.
Parêzgariya Mûşê ragihand ku operasyon piştî xebatên îstixbarî yên Fermandariya Cendermeyan hatiye destpêkirin û li dijî 33 kesên hatine tesbîtkirin hatiye encamdan.
Li gorî daxuyaniya parêzgariyê di operasyonê de 29 kes bi hincetên lêpirsînên propaganda û endamtiya rêxistina terorê li ser wan heye, hatine binçavkirin û di lêgerînan de jî hejmarek keleşkof, demançe û fîşekên wan hatine desteserkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin