PeyamaKurd - Li dijî Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) operasyonek hate lidarxistin û gelek siyasetmedar hatin desteserkirin.
Li gorî Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Can Azbay li Amedê û siyasetmedar Fuat Onen jî li Dêrikê hatin desteserkirin.
Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ku yek ji pêkhateyên HEVBENDÎyê ye, derbarê operasyonê de daxuyaniyek belav kir û navên 7 kesên ku heta niha hatine desteserkirin eşkere kir: Bayram Bozyel, Fuat Onen, Mehmet Can Azbay, Rojbîn Bukun, Alî Oncu, Hesen Dagtekîn û Alî Çeven.
PWKê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku ew vê operasyonê bi tundî protesto dikin.
HEVBENDÎ di 9ê Mijdarê de li Amedê bi civîneke çapemeniyê hatibû ragihandin. Ev hevpeymanî bi biryareke hevbeş ji aliyê partî, tevger, kom, sazî û kesayetên serbixwe yên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê ve hatibû avakirin.
Di konferansa damezirandinê de 170 siyasetmedar amade bûn û encumeneke 51 kesî hatibû hilbijartin.
Di nava HEVBENDÎyê de Înîsiyatîfa Niştimanî ya Kurdistanê, PÊLKURD, PDK-Bakur, PSK, PWK û gelek kesayetên serbixwe cih digirin.
daxuyaniyan, operasyon li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Amedê li dijî 51 kesên ku di meclisa HEVBENDÎyê de cih digirin hatiye destpêkirin.
Di çarçoveya vê operasyonê de Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel û Alîkarê Serokê Giştî yê PSKyê Hesen Dagtekîn li Enqereyê; Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya