Li Erebistina Siûdî hin berpirsên girtî hatin berdan

Li Erebistina Siûdî hin berpirsên girtî hatin berdan

PeyamaKurd – Di nav çend rojên dawî de, bi îdiayên kotedayê hejmarek berpirsên Erebistana Siûdi ji malbata qralîyetê hatibûn girtin.

Rojnameya Wall Street Journal a Amerîkî li ser wê mijarê ragihand ku desthilata Siûdiyê doh hin mîr û berpirsiyarên ku beriya 2 rojan girti bûn, berdan. 

Rojnameyê diyar kir, wezîrê navxwe Mîr Edulezîz Bin Siûd Bin Nayif û Mîrê herêma rojhilatî Siûd Bin Nayif Bin Ebdulezîz di lîsteya serbestberdanê de bûn.

Rojnameyê da xuya kirin, ji ber ku Mîr Mihemed Bin Selman desthilata malbata melekî bike yek û li dijî wî darbe pêk neyê, Roja Înê di çarçoveya operasyona ewlehiyê de bi dehan mîr û berpirsiyar hatin girtin.

Li gorî rojmaneyê heta niha Mîr Ehmed Bin Ebdulezîz û Mîr Mihemd Bin Nayif tevî hin kesên din, binçavkirî ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin