Li Girtîgeha Urmiyê metirsîya bîdarvekirinê: 3 girtî hatin veghusetin

Li Girtîgeha Urmiyê metirsîya bîdarvekirinê: 3 girtî hatin veghusetin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku girtiyên siyasî yên bi navên Nasir Bekirzade, Mêhrab Ebdullazade û Yaqûb Kerîmpûr ji Girtîgeha Urmiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê ji bo cihekî nediyar hatine veguhestin.

Nasir Bekirzade û Mêhrab Ebdullazade ku her du ji xelkê Urmiyê ne, li gel girtiyê siyasî yê tirk û ola Yarsan Yaqûb Kerîmpûr, bi hincetên wekî "pizîşka dadwerî" an jî "nivîsgeha cîbicîkirinê" ji jûrên girtîgehê hatine derxistin.

Ev veguhestina a ji nişke ve, piştî ku cezayên wan ji aliyê Dîwana Bilind ve hatibûn pejirandin pêk hatiye û metirsiya darvekirina wan di demjimêrên bê de zêdetir kiriye.

Li gorî Rêxistina Hengawê, ev sê girtî bi tohmetên giran ên wekî "sîxurî bo Îsraîlê" û serhildana çekdarî bi cezayê mirinê hatine mehkûm kirin.

Tê diyarkirin ku ev cezayên giran di encama proseya dadgehkirineke nedadperwer de û di bin îşkenceyên tund de hatine sepandin. Rêxistina Hengawê hişyarî da ku ev awayê veguhestina neasayî nîşaneyeke xeternak e û bang li raya giştî û saziyên navneteweyî kir, ji bo rawestandina van cezayan bikevin tevgerê, ji ber ku qedera van her sê kesan heta niha nediyar e.