Hişyariya HRANA’yê: Rewşa girtiyên li girtîgeha Qizilhesarê xirab e

Hişyariya HRANA’yê: Rewşa girtiyên li girtîgeha Qizilhesarê xirab e

PeyamaKurd - Ajansa Nûçeyan a Mafên Mirovan (HRANA) ragihand ku 9 girtiyên siyasî ji Girtîgeha Evînê ya Tehranê hatine veguhastin bo girtîgeha Qizilhesarê û niha di hucreyên yekkesî de têne ragirtin. Li gorî raporê, ev girtî ji mafên xwe yên herî bingehîn ên wekî pêwendiya telefonê, hevdîtina bi malbatê û derfetên tenduristiyê bêpar hatine hiştin. Hat destnîşan kirin ku ev girtiyên siyasî beriya niha ji aliyê dadgehên rejîma Îranê ve bi cezayên girtîgehê yên demdirêj hatibûn mehkûmkirin û ev sirgûnkirin wekî zexteke zêde ya li ser wan tê nirxandin.

HRANA di rapora xwe de hişyarî da ku zextên rejîma Îranê yên li ser girtiyên siyasî û beşdarên xwepêşandanên dawî bi awayekî metirsîdar zêde bûne. Saziyên mafên mirovan balê dikişînin ser wê yekê ku şert û mercên girtîgeha Qizilhesarê gelekî giran in û girtina di hucreyên yekkesî de wekî amûreke îşkenceya derûnî tê bikaranîn. Ev geşedan di demekê de ne ku çavdêrên navdewletî banga çavdêrîkirina rewşa girtîgehên Îranê dikin, nemaze ku çarenûsa gelek girtiyên piştî alozî û şerê dawî hatine binçavkirin hîn jî ne diyar e.