PeyamaKurd- Rejîma Îranê di van demên dawî de rojane girtiyên Kurd bidarve dike. Herî dawî vê sibehê li Girtîgeha Urmiyê 2 girtiyên Kurd hatin bidarvekirin.
Li gorî ragihandina Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê, vê sibehê 2 girtiyên Kurd Yasîr Resûlî 33 salî û Zirar Peyamîyê 53 salî, bi hinceta tawanên kuştina hin kesên din ku di girtîgehê de bûn, li girtîgeha Urmiyê hatin bidarvekirin.
Resûlî ji bajarê Boko yê Rojhilatê Kurdistanê bû û 8 sal berê hatibû girtin.
Zirar Peyamî jî ji bajarê Şino bû û 3 sal berê bi tawana kuştina kesekî hatibû girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin