Li Herêma Kurdistanê hişyariya barana gur: Pileyên germê dadikevin

Li Herêma Kurdistanê hişyariya barana gur: Pileyên germê dadikevin

PeyamaKurd - Rêveberiya Giştî ya Keşnasî û Erdhejnasiyê ya Herêma Kurdistanê ji bo 48 saetên bê hişyariya ewr û baranê da. Li gorî daxuyaniyê, asmanê herêmê dê bi giştî ewrî be û ji piştî nîvro ve li piraniya navçeyan baran dê veguhere barana gur.

Tê pêşbînîkirin ku ev pêla baranê bi taybetî sînorê parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê, her wiha îdareyên serbixwe yên Soran û Germiyanê bigire nava xwe.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku leza bayê carinan digihîje 30 kîlomitran di saetekê de û pileyên germê li gorî roja berê 4 heta 5 pileyan dadikevin. Tê payîn ku roja yekşemê jî barana hûr û navîn bi awayekî navberî heta derengiya êvarê bidome û piştre keşûhewa ber bi arambûnê ve biçe. Rayedaran hişyarî dan welatiyan ku li hemberî guhertinên seqayê baldar bin.