Dr. Selçûk Mizrakli ji Girtîgeha Edîrneyê hate berdan

Dr. Selçûk Mizrakli ji Girtîgeha Edîrneyê hate berdan

PeyamaKurd - Şaredarê Berê yê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Dr. Selçûk Mizrakli yê ku piştî hilbijartinên 2019an hatibû girtin, ji Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê piştî 7 salan hate berdan.

Mizrakli ku cezayê li ser hatibû sepandin qedand, li ber girtîgehê ji aliyê hevjîna xwe Zeynep Mizrakli, rêveberên DEM Partiyê û gelek parlamenteran ve hate pêşwazîkirin.

Di dema pêşwaziyê de pankartên daxwaza azadiyê ji bo Selahattin Demirtaş jî hatibûn vekirin. Mizrakli û Demirtaş ev demek dirêj e li girtîgehê bihevre diman.