PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê hejmara kesên tûşî vîrusa korona bûne û li nexweşxaneyan têne dermankirin gihîştiye 148 kesan û 9 kesan jî heta niha can daye.
Li gorî zanyarîyan heta niha li nexweşxaneyên cuda yên Diyarbekirê 148 kes ji Covid-19 têne dermankirin ku 4 kes jî rewşa wan giran e û di serwîsa venêrîna hûrî de têne derman kirin.
Herwiha 70 kesên nîşaneyên sivik ên vîrus li ser wan hene bo malên xwe hatine şandin.
Li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcle zaroka jineke ducanî ya 32 salî ku tûşbûyê vîrus bûbû bi emelîyatê ji ber hatine standin ku rewşa zarokê baş e.
Li gorî zanyariyên saziyên tenduristiyê Diyarbekirê heta niha 9 kesan ji vîrusa korona can daye.
Hîn derbarê kuştî û birîndarên herdu êrîşan de agahiyên zelal nehatine belavkirin...
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin