Burkina Faso yê 50 kes hatin kustin

Burkina Faso yê 50 kes hatin kustin

PeyamaKurd- Li welatê Burkina Faso yê ku dikeve rojavayê Afrîkayê, li bakûrê wê, çete êrîş kirin ser gundê Petabouilli yê, bi çekan gundiyan gulebaran kirin û 50 kes hatin kuştin. Di nava kuştiyan de piraniya wan zarok û jinin. Gund ji bajarê Gorom-Goromê 50 km dûr e.

Ji sala 2018 an heya îro bakûrê Burkina Fasoyê û li welatê Maliyê, herêma Banhê dikeve ber êrîşên wan çeteyan. 13 herêmên Burkina Fasoyê hene û ji sala 2019 an heya îro, 7 herêm ji wan bi rewşa awarte tên îdarekirin.

Bi sedema êrîşan, ji sala 2015 an heya îro li dora 1 mîlyon mirov ji cîh û warên xwe bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin