Pashinyan: Me bi Azerbaycan û Rûsya re peymanek bidawîkirina ser îmza kir

Pashinyan: Me bi Azerbaycan û Rûsya re peymanek bidawîkirina ser îmza kir

PeyamaKurd – Bo şer li Nagorno – Qarabaxê bi dawî bibe, Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan bi rêberên Azerbaycan û Rûsya re peymanek îmza kir.

Li gor Pashinyan diyar kir, peymana îmza kirine li dû şeş hefteyên bi pevçûnên giran rast tê.

Pashinyan li ser medya civakî da zanîn: ‘‘Ev biryar bi analîzên kûr yên rewşa şer û bi danûstandinên bi pisporên herî baş yên li qadê re hatiye dayîn’’

Herwiha destnîşan kir, ew ne serketin e û diyar kir ku heta ew nebêjin ku ew têkçûn e, ew ê ne têkçûn be jî.

Hêzên Azerbaycanê roja Duşemê diyar kiribûn ku wan li Nagorno – Qarabaxê bi dehan cîh bi dest xistine.

Medya dewletê ya Rûsya nûçeyên ser îmzakirina peymanê îmza piştrast kir lê ji alîyê Azerbaycanê ve hîn tu daxuyaniya fermî nehatiye dayîn.

 

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin