Li Amerîkayê êrîsa çekdarî: 10 kes mirin

Li Amerîkayê êrîsa çekdarî: 10 kes mirin

PeyamaKurd- Li Amerîkayê li eyaleta Louisianayê êrîşeka çekdarî pêk hat û herî kêm 10 kes mirin û 7 kes jî birîndarin. Bûyer li bajarê New Orleansê çêbû.

Heya niha kes sedema derketina bûyerê nizane û çekdarên ku êrîş kirine kîne jî nayên zanîn. Polîsê New Orleansê dibêje bi sedema bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin û bo tesbîta kesên çekdar operasyon hatiye destpêkirin.

Berdevkê polîsê bajêr Aaron Looney got ku ew kesên di bûyera New Orleansê de birîndar bûne, wan şandine  navenda tiba zankoyê û nexweşxaneyên di herêmê de.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin