PeyamaKurd - Balyozê berê yê Amerîkayê li Sûriyê Robert Ford li ser biryara vekişîna leşkerên Amerîkayê ji Sûriyê û tenê hiştina YPG/HSDê got ku YPG ji bo berjewendiyên xwe li dijî DAIŞê şer dike û vekişîn jî nayê wateya xiyaneta Amerîkayê li Kurdan.
Ford bi rêya telekonferansê beşdarî konferansa navenda lêkolînên ramyarî Woodrow Wilson Center (WWC) a bi sernavê 'Vekişîna Amerîka ji Sûriyê rast e, yan nerast e?' bû.
Ford diyar kir, “YPG ji bo berjewendiyên xwe li dijî DAIŞê têkoşînê dide. Di rewşa heyî de ez vekişîna Amerîkayê wekî xiyaneta li Kurdên Sûriyê nafikirim.”
Robert Ford li ser hevkariya Amerîkayê ya bi YPGê re jî destnîşan kir, “Amerîkayê hevpeymaniyeke demdirêj bi YPGê re pêk nedianî. Ew hevpeymaniyeke leşkerî û taktîkî bû. Li herêmê di nav Kurdan û Ereban de gelek pirsgirêk hene.”
Ford got ku "Gelekî eşkere ye YPG peyrewa PKKê ye” û xebata Amerîkayê ya ligel YPGê bandoreke neyînî li ser pêwendiyên Tirkiye – Amerîkayê kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin