Li Baregeha Incirlik tevgera balafir û leskerên Amerîkî

Li Baregeha Incirlik tevgera balafir û leskerên Amerîkî

PeyamaKurd – Li gorî nûçeyên medya Tirk îro dema ku hevdîtina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo re li ser êrîşên Rojavayê Kurdistanê berdewam bû, li baregeha asmanî ya İncirlik a Edeneyê jî liv û tevgera balafiran û leşkerên Amerîkî dest pê kiriye.

Hat zanîn ku balafirên şer ên Amerîkayê û balafirên kargoyê ji baregehê rabûne û hinek balafiran jî daniye.

Li gorî zanyariyan ji navrojê ve tevgera balafirên Amerîkî dest pê kiriye ku herwiha balafireke sivîl jî ji baregehê rabûye.

Medya Amerîkî raportên ku bi qasî 50 çekên nukleerî yên Amerîkayê li baregeha İncirlik têne girtin belav kiribû û hatibû îdiakirin ku Tirkiyê ji ber daxuyaniyên dijî operasyonê dest daniye ser wan.

Herwiha li gorî hinek nirxandinan jî tê gotin ku dibe şanda Amerîkî ku ji bo rawestandina êrîşan û agirbestê bi Erdogan re li hev nekiriye û lewma jî Amerîkî ji bo ewlekariyê ji baregehê vedikişin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin