PeyamaKurd – Hikûmeta Iraqê bi tundî êrîşa PKKê ya li dijî Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê şermezar kir û diyar kir, ew êrîş binpêkirina serweriya Iraqê ye.
Ofîsa Serokwezîrê Iraqê li ser êrîşa do ya PKKê li dijî hêzên Pêşmergeyan pêk anî, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, Hikûmeta Iraqê bi tundî wê êrişê şermezar dike, ku bû sebeba şehîd û birîndarbûna Pêşmergeyan.
Herwiha Hikûmeta Iraqê ragihand, ew êrîşa PKKê binpêkirina serweriya Iraqê ye, ji ber wê jî ew ê tedbîrên pêwîst bo sekinandina wan êrîş û destdirêjiyan bigirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin