Serokomariya Tirkiyê Çiyayên Cîlo û Satê weke ''parka millî'' îlan kir

Serokomariya Tirkiyê Çiyayên Cîlo û Satê weke ''parka millî'' îlan kir

PeyamaKurd – Serokomariya Tirkiyê biryar da, herêma Çiyayên Cîlo û Gola Satê yên Colemêrga Bakurê Kurdistanê, bibin "parka millî."

Çiyayê Cîlo yek ji çiyayên herî bilind ên Kurdistanê ye, ku bilindahiya wî 4116 metre ye, di van demên dawî de bûye cihekî geştiyariyê.

Biryara Serokomariya Tirkiyê ya di derbarê Çiyayên Cîlo de, di Rojnameya Fermî de hat weşandin û li gor wê biryarê Çiyayên Cîlo û Gola Satê wek "parka millî" hat îlankirin.

Qada Parka Millî ya Çiyayên Cîlo û Satê ya Colemêrgê, wek 27 hezar û 500 hektar hat destnîşankirin.

Welatiyên ji bo dîtina xweşikahiyên sirûştî yên li Çiyayê Cîloyê û Gola Satê diçin herêmê, di nav kulîlkên rengîn, ava zelal, berfa neheliyayî de dema xwe derbas dikin û kêfxweş dibin.

Li lûtkeya çiyayên Cîlo û Çarçela, li ser kevir û zinaran resmên guldexwîn, mirov, mar, xezal, pezkovî, kêrguşk, gur, rovî û şiklên sembolîk hene.

Ziyaretvan, li herêma ku şeklên li ser keviran ên ji heyama beriya dîrokê mane, wêneyan dikşînin li ber nîşaneyan şaş û heyirî dimînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin