Ji Tirkiyê û PKKê daxuyaniyên ser û operasyona Xakurkê

Ji Tirkiyê û PKKê daxuyaniyên ser û operasyona Xakurkê

PeyamaKurd – Operasyon û êrîşên artêşa Tirkiyê yên roja 27ê Gulanê bi ser herêma Xakurkê ya Herêma Kurdistanê de ku bi ser binkeyên PKKê de tê kirin, berdewam dike.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku di ‘Operasyona Pençe’ de 5 PKKyên din hatine kuştin û bi tevahî ji destpêka operasyonê ve jî hejmar bûye 27.

Li aliyê din ajansên ragihandinên yên nêzîkî PKKê jî ragihandin ku gerîlayan li devera Xakurkê êrîş biriye ser girên leşkerên tirk lê bûn û 10 leşkerên tirk hatine kuştin.

Herwiha li gorî ragihandina medya tirk, li navçeya Çêlê ya Colemêrgê jî şevê din, di encama şerê ku di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên tirk de rû daye de, 2 leşkeran can daye û 2 jî birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin