Di encama veguhestina sotemeniyê de sewat derket: Kesekî can da

Di encama veguhestina sotemeniyê de sewat derket: Kesekî can da

PeyamaKurd Li şîrketekî nêzîkî gundê Îtalî-1 li bajarê Hewlêrê, di dema veguhestina sotemeniyê de, di jeneratora sotemeniyê de şewat derket û di encama bûyerê de kesekî can da û kesek jî birîndar bû.

Li gor berdevkê rêveberiya berevaniya şaristaniya Hewlêrê Serkewt Karreş diyar kiriye: ‘‘Do 08.06.2021ê êvarî li şîrketeke nêzîkî gundê Îtalî-1 li bajarê Hewlêrê bûyereke şewatê derket, ku di encamê de kesekî can da, kesek jî birîndar bû û kesê birîndar ji bo nexwaşxaneyê hate veguhestin.’’

Herwiha daye zanîn: ‘‘Bûyer di dema veguhestina gazê ji tankerekî bo tankerekî din de pêk hat. Dema ku hinek gaz dirije erdê, jeneratora ku gaza di navbera tankeran de pê dihate veguhestin agir girtiye gaza rijyayî û agir xwe li jeneratorê jî daye.’’

Di berdewamiyê de eşkere kir: ‘‘Piştî bûyerê tîmên berevaniya şaristanî ya Hewlêrê, gihîştin cîhê bûyerê û agir kontrol kirin, herwiha lêkolîn ji bo bidestxistina zanyariyan li ser bûyerê destpê kir. Ew kesê di bûyerê de can daye jî rûniştvanê Parêzgeha Hewlêrê ye û navê wî Dilêr e û sala 2001ê ji dayik bûye.’’

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin