Tirkiyê bertek ji biryara perwerdehiya leskerî ya Amerîka bo Qibrisê nîsan da

Tirkiyê bertek ji biryara perwerdehiya leskerî ya Amerîka bo Qibrisê nîsan da

PeyamaKurd – Piştî biryara Amerîkayê ya bo Qibrisê ku fonek ji bo rahênana leşkerî terxan kiriye, deshilatdariya Tirkiyê hêrs bû û bertek nîşanî vê pêngava Amerîkayê li Qibrisê û Derya Spî da.

Konsûlxaneya Amerîkayê ya Qibrisê roja Çarşemê bi zarê Wezîrê Derve Mike Pompea agihandiye ku Amerîka bernameya perwerde û fêrkirina leşkerî ya navneteweyî ‘IMET’ pêşkeşî Komara Qibrisê (Beşa Rûm) bike ku wek beşeke sîyaseta ewlehiyê û xurtkirina kompaniyên enerjîyê li rojhilatê Deryayê Spî ye.

Berdevkê AKPê Omer Çelîk îro bi daxuyaniyekê bertek nîşan wê biryara Amerîkayê da û wekî pêngaveke têkdana îstiqrarê bi nav kir.

 Çelîk piştgiriya Tirkiyê bo beşa Tirk a Qibrisê dubare kir û got, ev pêngava dawî ya Amerîkayê ne piştgiriya çareseriyê ya zêdekirina arîşeyan e, wê Tirkiye heta dawî li pey maf û berjewendiyên Koma Tirk a Bakurê Qibrisê be.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin