Yekîneya Amerîkayê li Xurmatû bicîh bû

Yekîneya Amerîkayê li Xurmatû bicîh bû

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku yekîneyeka Amerîkî li navçeya Kifrî ya bi ser Silêmaniyê ye, li bajarokê Zinaneyî bicîh bûye. Hêzên Haşdî Şabî jî nêzî wê deverê li Çiyayê Hencîrê dimînin û leşkerên Amerîka bi 3 heb fuzeyan li wan dane. Leşkerên Amerîkî niha baregeha xwe li hev rast dikin.

Bajarokê Zinane devereka ku di demên dawiyê de dibû hedefa êrîşên DEAŞ ê. Bajarokê Zinane berê li ser Xurmatû bû lê di sala 1991an de dabûn ser Kifriyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin