PeyamaKurd – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku wê di Cejna Remezanê de 5 roj bêhnvedana fermî be.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotya Adil da xuyakirin, betlaneya Cejna Remezanê ji roja Yekşema bê heta 28ê Gulanê ye.
Di daxuyaniya Cotyar Adil de wiha hat gotin:
“Bi boneya Cejna Remezanê, li Herêma Kurdistanê ji 24ê Gulana 2020an heta 28ê Gulana 2020an bêhnvedan hat ragihandin. Em cejna we pîroz dikin û hêvî dikin, di maweya rojên cejnê de ji bo parastina tenduristiya xwe pabendî tedbîrên vîrusa koronayê bibin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin