Li hemberê hêzên Îranî koordînasyonê xwurt dikin

Li hemberê hêzên Îranî koordînasyonê xwurt dikin

PeyamaKurd – Îro cîgirê serokerkanê Erebistana Si’ûdiyê û hem fermandarê hêzên hevpar Korgeneral Mutlak bin Salem el-Azima û fermandarê hêzên hevpar yê Îmaratan Tumgeneral Salih bin Muhammed el-Ameri li hev civiyan. Hevdîtin li baregeha fermandariya hêzên hevpar çêbû.

Di civînê de li ser operasyonên ku bi desteka artêşa Yemenê tênkirin û Koalîsyona Ereb ya ku operasyonên bo desteka artêşa Yemenê dikin, li ser tevgerên hevpar rawestiyan. Civîn, di çarçoveya koordînasyona hêzên hevpar ya koalîsyona Ereb de çêbû.

Di encamê de lihev kirin ku bi hêzên koalîsyona Ereb re li hemberê Hûsiyan bi dewamî operasyon bên kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin