PDK û YNK betalkirina dengdana taybet qebûl nakin

PDK û YNK betalkirina dengdana taybet qebûl nakin

PeyamaKurd – Polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) civiyan û betalkirina dengdana taybet a Herêma Kurdistanê red kirin.

Bi amadebûna Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî, herdu polîtburoyên PDK û YNKê li Hewlêrê civiyan û di civînê de rewşa dawî ya piştî hilbijartinên Parlementoya Iraqê û geşedanên piştî ragihandina encamên hilbijartinan gotûbêj kirin.

Piştî civîna polîtburoyên PDK û YNKê daxuyaniyek hate belavkirin û li ser betalkirina dengdana taybet hat eşkerekirin ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) betalkirina dengdana taybet a Herêma Kurdistanê red dikin û tekezî li ser wê yekê dikin ku li gor destûrê mafê hemû welatiyan heye ku deng bidin û kes nikare wî mafî ji wan bistîne û herwiha divê rêz li wî mafê destûrî were girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin