PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 19ê Tîrmehê di merasîma vekirina projeya stratejîk a ava vexwarinê ya Balinda-Barzan de gotarek pêşkeş kir û kêfxweşiya xwe bi temambûna vî karî anî ziman.
Serokwezîr Barzanî destnîşan kir ku pêşketina Kurdistanê û berdewamiya karwanê avadaniyê encama xwîna şehîdan e û bang li welatiyan kir ku çavkaniya jiyanê ya wekî avê biparêzin.
Serokwezîr eşkere kir ku ew ê di cîbicîkirina projeyên xizmetguzariyê de li hemû deverên Kurdistanê berdewam bin, ku ev pêngav ji bo pêşxistina aborî û zêdekirina derfetên jiyanê yên li gundan wekî destkeftiyeke nû hat tomarkirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe de bal kişand ser rewşa siyasî û leşkerî ya navçeyê û diyar kir ku ew ne parçeyek ji şer û aliyên pevçûnan in, lê tevî wê jî ziyaneke mezin gihîştiye wan û hêvî kir ku dawî li van girjiyan bê.
Ti hincet ji bo êrîşên ser Kurdistanê nîne
Barzanî destnîşan kir ku êrîşên li ser Herêma Kurdistanê ti hincetan qebûl nakin û divê di zûtirîn demê de werin rawestandin.
Herwiha ragihand ku pêwendiyên wan ên bi Bexdayê re di asteke pir baş de ne û ew di piştgirîkirina hikûmeta Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî de berdewam dibin.
Mesrûr Barzanî daxwaz ji hikûmeta federal kir ku bêyî cudahî destûrê bicih bike û mafên xelkê Kurdistanê misoger bike. Herwiha bang li hemû aliyên siyasî yên navxweyî kir ku ji bo rakirina astengiyên li pêşiya çalakkirina parlamentoyê û avakirina hikûmeta nû werin cem hev daku rê li ber kûrbûna aloziyên navxweyî bê girtin.