PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, derbarê hevdîtina xwe ya di roja dawî ya serdana Bexdayê de ku ligel Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Qasim Arecî civiyabû axivî û eşkere kir ku wan bi rengekî fermî behsa êrîşên bi moşek û dronan ên li ser Herêma Kurdistanê kiriye.
Serokwezîr Barzanî di civîna rojnamevanî de destnîşan kir ku wan li ser vê mijara hestiyar axaftineke kûr kiriye û rênmayiyên pêwîst nirxandine.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand: "Em li ser vê mijarê axiftine û rêzdar Qasim Arecî herdem piştgir bûye ku em bikarin wan gefên ku li ser Herêma Kurdistanê û seranserî Iraqê hene nehêlin û cenabê wî jî di vî warî de rola xwe lîstiye."
Arecî: Kak Mesrûr li ser ser û çavên me ye
Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Qasim Arecî jî kêfxweşiya xwe ya mezin bi serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî anî ziman û got: "Em bi vê seredana mezin a cenabê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pir dilxweş in, bira û ezîzê min kekê Mesrûr. Înşela kar û proje dê baş bi rê ve biçin."
Arecî bal kişand ser asta hevahengiyê û ragihand: "Fêmkirineke mezin jî di navbera Herêmê û hikûmeta federal de heye, bi awayekî ku di berjewendiya hemû welatiyên Iraqê de be. Em herdem û di her demekê de bixêrhatina wî dikin û ew herdem li ser ser û çavên me ye."