Dadgeha Bilind a Amerîkayê biryara xwe da

Dadgeha Bilind a Amerîkayê biryara xwe da

PeyamaKurd - Dadgeha Bilind a Amerikayê biryara xwe da û Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo biryara qedexekirina seyahetê bo hin welatên misilman mafdar dît.

Li ser biryara rêveberiya Trump ku qedexekirina seyahete bo hin welatên misilman anîbû, bi îdîaya ku cudakariyê di xwe de vedihewîne doz hatibû vekirin û herwiha birêveçûna biryarê hatibû sekinandin.

Dadgeha Bilind a Amerikayê di daneşina îro de biryara xwe da û Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo meseleya qedexekirina seyahetê bo hin welatên misilman mafdar dît û biryar hat pesend kirin.

Li gor agahiyan, dadgehê li beramberî 4an bi 5 dengan biryara xwe stendiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin