Dadgeha Îranê dest danî ser pereyên 160 kesan

Dadgeha Îranê dest danî ser pereyên 160 kesan

PeyamaKurd - Navenda Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku dezgeha dadê ya Îranê li parzêgeha Mazenderanê piştî xwepêşandanên sala borî, dest daniye ser pere û darayiyên 160 kesan ku li derveyî Îranê ne.

Hate diyarkirin ku darayiya wan kesan li parêzgeha Mazenderanê ye û dezgeha dadê bi tohmeta pêywendî bi komên dijberî rejîmê yan navendên biyanî darayiya wan zeft kiriye.

Hate zanîn ku dadgehê bi hinceta yasaya 49an dest daniye ser mal û milkê wan kesan û mafê xweparastinê jî nedaye wan