Dadgeha Makezagonê: Seredana Öcalan nabe bê qebûlkirin

Dadgeha Makezagonê: Seredana Öcalan nabe bê qebûlkirin

PeyamaKurd- Dadgeha Makezagonê ya Tikiyê biryarê da ku nabe seredana Abdullah Öcalan bê qebûlkirin.

Serokê PKKê Abdullah Öcalan bi sedema ku di pêvajoya îtîraza Dadgeha Mafê Mirovan ya Awrûpayê de, dewleta Tirkiyê nehiştiye bi parêzerên xwe re hevdîtinan bike, seredana Dadgeha Tirkiyê ya Makzagonê kiribû. Dadgeh bi sedema ku rêyên şexsî yên seredana hûqûqî nehatine bikaranîn, biryara redê da.

Öcalan di nîsana 2014an de seredana dadgehê kiribû. Hat ragihandin ku Öcalan seredana rêvebiriya girtîgehê nekiriye û di dosya wî de seredana dadgeriya tenfîzê jî tine ye. Bo ku Öcalan karibe seredana dadgeha mafê mirovan ya Awrûpayê bike, divê seredana rêvebirya zindana Îmraliyê, ya dadgerê zîndanê, ya dadgeha Bilind ya Ankara Yargıtayê û dadgeha Makezagonê ya Tirkiyê hemûyan biqedîne û biryarên wan dadgehan hemû bên redkirin da karibe seredana dadgeha Awrûpayê ya Mafê Mirovan bike.

Abdullah Öcalan niha di zîndana Girava Îmraliyê de girtiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin