Dadgeha navdewletî ya Mafên Mirovan di derbarê Osman Kavala de biryara xwe da

Dadgeha navdewletî ya Mafên Mirovan di derbarê Osman Kavala de biryara xwe da

PeyamaKurd – Dadgeha Mafên Mirovan ya Navdewletî biryara xwe di derbarê Osman Kavala yê ku di doza Geziyê de hatibû girtin da. Daîra mezin ya dadgehê biryarê da ku di wextekî kurt de Tirkiye Osman Kavala berde û tezmînatê bide Kavala.

Ji ber biryara Daîra Mezin ya Dadgehê nayê munaqeşekirin û ciyê herî bilind yê dadgehê ye, kes nikare li biryarê îtîrazê bike. Bi vê biryarê re rêya îtîraza Tirkiyê hat girtin.

Dadgehê ragihand ku mayîna Osman Kavala ya di zîndanê de li gor peymana Mafên Mirovan ya Ewrûpayê, li gor xala 10 û 11an îhlala peymanêye û girtina Kavala li dijî xala 5a ye.