PeyamaKurd - Navenda Mafên Mirovan a Îranê li ser gefên rejîma Îranê li ser xwepêşanderan daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya ku li ser hesabê platforma Xê hatiye hatiye belavkirin de hate ragihandin, ji aliyê saziya dadweriyê ya Îranê ve ceza ji bo nêzî 2 hezar dozên ser nerazîbûnên dawî yên bajarê Hemedanê derketiye.
Herwiha hatiye gotin ku deshilata dadweriya Îranê di lêkolîna dosyaya nerazîbûnan û dayîna cezayan de berdewam e. Hate diyarkirin ku sîstema dadwerî ti nermbûnek li ji bo xwepêşanderan nîşan nedaye.