PeyamaKurd - Rojnameya Daily Express ragihand ku hikumeta Brîtanyayê ji bo alîkariya hêzên Amerîkayê li dijî Îranê hêzeke taybet şandiye Rojhilata Navîn ku gihîştiye Kendavê.
Piştî ku Amerîkayê keştiyên xwe yên şer şandin kendavê Brîtanyayê jî hêzeke taybet şand Kendavê.
Rojnameya Daily Express ragihand ku hêzên Brîtanya gihîştine Kendavê û li wir wê parastina keştiyên şer yên hemberî êrîşên Îranê bikin.
Rojnameyê behsa hejmara hêzên Brîtanî nekir, lê diyar kir ku hêzên Brîtanî bi du koman veguhestine Kendavê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin