DAISê bo 2 êrîsan berpirsiya xwe ragihand

DAISê bo 2 êrîsan berpirsiya xwe ragihand

PeyamaKurd - Rêxistina terorîst DAIŞê du êrîşên li welatên cud li xwe girt.

DAIŞê berpirsiya xwe ji bo êrîşa roja Înê ya li rojhilatê Afganistanê ku êrîşeke xwekujî bi ser mizgefteke li eyaleta Khostê pêk anî bû,  ragihand.

Di wê êrîşê de herî kêm 26 kesan can dabû û 50 kes jî birîndar bûbûn.

Rêxistinê herwiha êrîşa ku heman rojê li Pakistanê bazarek kiribû armanc jî li xwe girt ku di wê êrîşê de jî 25 kesan can dabû û 20 kes jî birîndar bûbûn.

NATOyê ragihandibû ku di operasyona piştî êrîşa Pakistanê de leşkerekî amerîkî jî jiyana xwe ji dest daye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin