PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bakurê bajarê Sîna yê Misirê di encama teqîna bombeyeke çandî de 7 leşkerên Misirê hatin kuştin.
Ajansa Associated Press ragihandiye, bombeyeke li ser rêyeke bajarê Sîna yê Misirê hatibû çandin, dema derbasbûna hêzên Misrî hatiye teqandin û di encama teqînê 7 endamên hêzên ewlekariyê yên Misirê hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.
Piştî teqînê rêxistina terorîst DAIŞê berpirsiya êrîşê li xwe girt.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin