DAISê êrîsa xwekujî ya li Kandahar li mizgefteke Sîa girt ser xwe

DAISê êrîsa xwekujî ya li Kandahar li mizgefteke Sîa girt ser xwe

PeyamaKurd – DAIŞê berpirsiya êrîşa xwekujî ya li Kandahar li mizgefteke Şîa, ku li  başûrê Afganistanê ye, girt ser xwe.

Êrîş li mizgefteke Şîayan li dar ketibû û bi dehan kesan can dabûn û hin kes jî birîndar bibûn.

DAIŞê di ser ajansa nûçeyan ya Amaqê re da zanîn, du çekdarên rêxistinê parêzvanên mizgeftê kuştine û li nav du komên ku yek ji wan bi qasî 300 kes tê de, xwe peqandine.

Hêjayî gotinê ye, ev du hefteyên li dû hev in ku çekdar êrîşî nimêja Înê dikin û bi dehan kesan dikujin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin