PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku rêberê rêxistina terorîst DAIŞê Ebubekîr Bexdadî û koma ligel wî ji Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) ji bo awayekî ewle herêmê bihêlin û derkevin, daxwaza vekirina korîdorekê kirine.
Li gor zanyariyên medya Kurdistanê, terorîstên DAIŞê yên ji aliyê HSDê û hêzên hevpeymanan ve hatine dorpêçkirin, peyamek ji HSDê û leşkerên Amerîkî re şandin.
DAIŞî di wê peyama xwe de dixwazin ji bo bi ser Tirkiyê de ji Sûriyê derkevin û vegerin welatên xwe, yan jî derbarê herêmeke ewle bibin korîdoreke ewlehiyê ji wan re vekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin