PeyamaKurd- Rêxistina terorê ya DAIŞê di van demên dawiyê de êrîşên xwe zêde kirine û herî dawî êrîşî bajarên Selahedîn û Diyalayê kir. DAIŞê di herdu êrîşên xwe de leşkerî iraqî û 4 endamên Heşda Şeibiyê kuştin.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Çapemeniyê ya Hêzên Ewlehiya Iraqê, DAIŞê li navçeya Duceyl ya ser bi parêzgeha Selahedînê êrîşî xeleke kontrole kirine û leşkerekî can daye û yek jî birîndar bûye.
Di êrîşeke din a li navçeya Uzema ser bi Diyalayê ve jî 4 endamên Heşda Şeibiyê hatin kuştin û 6 jî birîndar bûne.
Ji aliyê din ve di bombebarana hêzên Hevpeymaniya Nevdewletî de li herêma Hazer ya Nînowayê 7 endamên DAIŞê hatin kuştin.
Rêxistina terorê ya DAIŞê di demên dawiyê de li bejahiyên Kerkûk, Diyala, Selahadîn û Enbarê êrîşên xwe zêde kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin