DAVOS | Trump bi Berhem Salih re hevdîtinek pêk anî

DAVOS | Trump bi Berhem Salih re hevdîtinek pêk anî

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump, îro 22yê Çile piştî civîna ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih li Davosê civiya.

Serokomarê Iraqê Berhem Salih, beriya ku ber bi Swîsreyê bo Korbenda Aborî ya Cîhanê ya Davovê bi rê bikeve, rayedarên şîeyên Iraqê gef lê xwaribûn.

Komên milîsên şîe yên alîgirên Îranê bi taybet jî Ketaîba Hizbûllah bi sedema kuştina Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendîs bi fermana Trump, gef li Berhem Salih xwar ku bi Trump re hevdîtinê neke û da xuyakirin, heger bi Trump re bicive ew dê ji Bexdayê bê derkirin.

Li gorî dîmenên ji hevdîtinê hatine belavkirin, hevdîtin di keş û hewayeke nexweş de derbas bûye ku tevî biryara parlamena Iraqê ya derxistina hêzên Amerîkî, krîza siyasî û protestoyên Iraqê û herwiha bandora Îranê ya eşkere li ser serweriya Iraqê heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin