PeyamaKurd - Umanê diyar kir ku ew rûdanên li herêma Deryaye Sor ji nêz ve dişopînin û destnîşan kir ku dibe ku şer bandorê li ewlekariya navîgasyona deryayî bike.
Her wiha hewldanên wê yên dîplomatîk didomin da ku pêvajoya siyasî li Yemenê bi rê ve biçe.
Wezareta Karên Derve ya Umanê di daxuyaniya îro de got divê pirsgirêkên li Yemenê kûrtir nebin û navîgasyona li Deryaye Sor nekeve xetereyê.
Her wiha da zanîn ku ew niha bi Erebistana Siûdî, nûnerê taybet ê NY’yê û aliyên ji Yemenê re di nava dan û standinê de ne.
Hedef ji dan û standinan ew e ku rêveçûna siyasî bidome û aramî li Yemen û herêmê çêbe.
Hûsiyan roja dûşemê ragihandibû ku Siûdî xistiye çembereke deryayî. Îro jî 2 tankerên petrolê yên Siûdiyê hedef girtin.
Şerê di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê de dijwar bibe, dibe ku Tengava Hurmuzê bi temamî were girtin.