DEAS ê êrîsê hêzên asayîsa Iraqê kir: 5 kes mirin

DEAS ê êrîsê hêzên asayîsa Iraqê kir: 5 kes mirin

PeyamaKurd- Çekdarên DEAŞ iyan li Iraqê li bajarê Diyalayê êrîş birin ser hêzên asayîşa Iraqê û 5 kesan kuştin. Li gor ragihandina Tora Ewlekariyê serokwezîrtiya Iraqê, DEAŞ li Diyalayê li qeza Miqdadiyê êrîş kir ser hêzên asyîşa Iraqê. Di êrîşê de 2 leşker hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Di peyamê de behsa êrîşeka dinê ya ku li navçeya Beldrûzê bûye hat kirin û di wê êrîşa DEAŞ ê de 3 leşker mirine û 4 leşker jî birîndar bûne. Ji kuştiyan yek jê pileya wî bilind e.

Li gor vê rêjeyaê bi tevahî 5 leşker mirine û 5 leşker jî birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin