PeyamaKurd- Li rojhilatê Sûriyê fuzeyeka ku ji aliyê DEAŞê ve hat avêtin, bû sedema ku 2 leşkerên Îngîltere (Brîtanya) bi giranî birîndar bibin. Her du leşkerên birîndar leşkerên hêzên taybetin. Ragihandina nûçeyê ji aliyê ajansa Brîtanya ji aliyê Press Association de hat kirin.
Hat gotin ku her dû leşkerên birîndar ji aliyê leşkerên Amerîka ve, bi rêya hewayî ji herêmê derxistine û di êrîşa fuzeyî de, leşkerekî PYD ê jiyana xwe ji dest daye.
Di mijara vê bûyerê de wezareta bergiriyê ya Îngîltere ragihand ku ew di derbareyê hêzên taybet de şiroveyan nakin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin