DEM Partî: Em ê serdana koma CHPê bikin

DEM Partî: Em ê serdana koma CHPê bikin

PeyamaKurd - Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gel (DEM Partî) wê serdana civîna koma Partiya Komarî ya Gel (CHP) li Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) bike.

DEM Partiyê derbarê vê mijarê de daxuyaniyek kurt belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, şandeyek bi serokatiya Hevserokê Partiya DEMê Tuncer Bakirhan wê îro saet 13:30an de serdana Koma CHPê li TBMMê bike.

Tê diyarkirin ku Bakirhan û şandeya pê re wê bi Ozgur Ozel re, ku bi biryara dadgehê ji posta Serokê Giştî yê CHPê hatiye dûrxistin û ji aliyê rêveberiya partiyê ve wekî cîgirê serokê komê hatiye hilbijartin, bicivin.

Partiya DEMê di vê mijarê de piştgiriya xwe ji bo CHPê nîşan da, di heman demê de rexne li destwerdana polîsan kir.