DEM partî: Ocalan amade ye, gelo dewlet jî amade ye?

DEM partî: Ocalan amade ye, gelo dewlet jî amade ye?

PeyamaKurd - Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), encama civîna Meclîsa Partiyê ya derbarê destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareseriyê de eşkere kir.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan piştî civînê got: “Nîqaşên ku bi daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHPê Dewlet Bahçelî yên di serdema nû ya yasadanînê ya parlementoyê de dest pê kirin, ji aliyê partiya me û raya giştî ve ji nêz ve tê şopandin. Em van gotûbêjan ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî bi taybetî jî ji bo pirsgirêka Kurd li ser bingeha gotûbêj û diyalogê girîng dibînin.

DEM Partiyê bang li desthilatdariyê jî kir ku vê derfetê weke amûrekê ji bo armancên xwe bikar neyîne û di çareseriya pirsgirêkan de dilsoz be.

Dogan ji bo hevdîtina yekem a biraziyê Abdullah Ocalan  jî got, rakirina tecrîdê gaveke herî girîng e ji bo çareseriyê û diyar kir, "Îmrali amade ye, Ocalan amade ye. Gelo dewlet jî amade ye? Em ji vir dipirsin, wek DEM Partiyê siyaseta demokratîk jî amade ye, Ji bo çareseriya demokratîk a pirsa Kurd gelo dewlet amade ye, zemîna hiqûqî û siyasî pêk bîne?"

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin